Haydar Şahin
20 Sibat 2021•Rojanekirin: 21 Sibat 2021
Li Erzirom, Qers û Agiriyê welatî ji ber berf û bagerê tengasiyê dikişînin.
Li Erziromê berfa bi şev dest bi barînê kir navenda bajêr bi xêliya çîl û sipî xemiland.
Ji ber sermeyê bi sivirnegên xaniyan va şembelîk çêbûn, ekîbên şaredariyê rê û peyarê paqij dikin.
- Qers
Li Qersê jî berf du roj e dibare.
Li bajarê hewaya wê sar ekîbên şaredarî û rêbejayê li herêmên xwe paqijî kirin.
Wekî mayîn li texma Gidukê Xanlarê ya li rêbejaya Qers-Dîgorê ji ber berfê ajokar bi zehmetî rêwîtiyê dikin.
- Agirî
Li Agiriyê 3 roj e berf dibare û zehmetiyên jiyanê zêde dibin.
Bajarê bi berfê çîl û sipî bû welatiyan berfa li pêşiya mal û dikanên xwe paqij kirin.
Ekîbên şaredariyê û Şeftiya Şaxa 123yan a Rêbejayê li herêmên xwe xebatên paqijkirina berê û xoykirina rê didomînin.