Haydar Şahin
25 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2020
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê serma ji bo jiyanê dibe tengasiyeke mezin.
Li Erziromê piştî berfa barî hewa gelekî sar bû, kolan û kuçe cemidîn.
Ekîbên şaredariyê xoyê li rêyên bajêr reşandin û qeşaya li ser rêyan paqij kirin.
Li Erdexan, Qers û Agiriyê jî ji ber sermayê çem cemidîn.
Qirayî di ser nebatan da ket, dar û nebat çîl û sipî bûn li ser vê dîmenên xweşik derketin holê.
Welatiyên li herêmê carcim û betanî avêtin ser wesayîtên xwe da ku ji sermayê mihefeze bikin.