Haydar Şahin
22 Sibat 2019•Rojanekirin: 24 Sibat 2019
Li Qers û Erziromê ji ber şert û mercên hewayê rêya 25 gund û taxan ji çûyîn û hatinê ra hat girtin.
Li Erziromê ji ber berfa çendekî berê barî û bagera rabû di çûyîn û hatina taxên dûr da pirsgirêk derketin.
Ji ber berf û bagerê rêya 24 taxan ji çûyîn û hatinê ra hat girtin, ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin ji bo vekirina van rêyên girtî xebatên xwe didomînin.
Li Qersê ji ber berf û bagerê rêya gundekî hat girtin. Hat ragihandin ku ekîb ji bo vekirina rê xebatên xwe didomînin.