Haydar Şahin
22 Sibat 2019•Rojanekirin: 24 Sibat 2019
Li Çeneqeleyê 166 koçberên bêdestûr ên ku hewl didan bi rêyên dereqanûnî derbasî Midîliya girava Yewnanistanê bibin hatin derdestkirin.
Ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Bajêr ên ku xebatên pêşîlêbirîna derbasbûnên dereqanûnî didomînin di navbera 20-21ê sibatê da li Ezîne û Ayvacikê operasyon birin ser qaçaxçiyên mirovan.
Di operasyonan da 70yê wan zarok, 33yê wan jin ên welatiyên Efxanistanê bi tevahî 166 koçberên bêdestûr hatin derdestkirin.
Di operasyonê da dest dan ser 2 wesayîtên pê koçber dibirin û 6 kesên hat tesbîtkirin reva koçberan organîze dikirin hatin binçavkirin. Şikbarek hat girtin, 2 şikbar hatin berdan. Karûbarên fermî yê hersê şikbarên din hê dewam dikin.
Koçberên bêdestûr paşê sewqî Navenda Paşdaşandina Biyaniyan a Ayvacikê kirin.