Lirojhilatê ji ber berfê û bahozê li Wanê rêyên 39 gundan, li Bidlîsê rêyên 27 gundan hatin girtin.
Li gor daxuyaniya Walîtiya Wanê ji ber berfa ku di dawiya heftê barî rêyên 152 gundan hatin girtin. Tîmên berfê xebitin û rêya 113 gundan hat vekirin. Ji bo rêya 39 gundan jî bê vekirin tîm xebatên xwe didomînin.
Rayedarên Midûriyeta Herêma Meteorolojiyê daxuyandin ku li giştiyê herêmê hewa dê ewrawî û sayî derbas bibe, germahî dê zêde neguhere. Ji bo şepe û qeşagirtinê welatiyan re gotin ku hay ji xwe hebin.
Li Bidlîsê tîm du rojan xebitîn û piştî xebatan rêya 83 gundan hat vekirin.