ÎZMIR
Tirkiye digel ku di hilberandin û îxracata berên fêkiyên hişkirî de di dinyayê de yekemîn e, lê di xeritandina van beran de li paş welatên ku îxracatê dike de ye. Ji ber hindê jî ji bo zarokên ku diçin dibistanê fermana bernameyeke mîna "şîrê dibistanê" hat dayîn.
Di çarçoveya bernameya ku dê 30 hefte bajo ya ku ji aliyê Yekîtiyên Îxrackerên Fêkiyên Hişkirî ya Egeyê ve hat amadekirin û Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî jî piştgirî dayê de ji bo 6,3 milyon xwendekarî di hefteyekê de carekê di pakêtên 40 gramî de bi dorê ve mewûjê bêdendik, hêjir û qeysiyên hişkirî bê dayîn.
Der barê projeyê de Serokê Yekîtiyên Îxrackerên Fêkî û Memûlên Hişkirî ya Egeyê Osman Oz daxuyanî da Anadolu Agencyê û anî ziman ku li ser zêdebûna nexweşiyên mîna obezîte, dil û demar, pençeşêr, hîpertansiyon û diyabetê li gelek welatên pêşketî bernameyên xwedîkirina baş hatin lidarxistin û hat dîtin ku di van bernameyan de cihê fêkiyên hişkirî gelekî girîng e.
Oz diyar kir ku wan ev proje şandin Wezareta Perwerdeyê, Wezareta Tenduristiyê û Wezareta Xurek, Çandinî û Heywandariyê û mûdiriyetên giştî yên eleqedar jî bi awayekî germ wer hatin. Oz got ku wan herî dawî projeya xwe pêşkêşî Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî kirin.
Di vê çarçoveyê de hejmara pakêtên ku bêne belavkirin dê dora 189 milyon û bihayê her pakêtê jî dê qasî 30-40 qurişan be. Her wiha wisa tê texmînkirin ku maliyeta vê projeyê dê di navbera 56,7 - 75,6 milyon lîreyan de be.