21 Nîsan 2017•Rojanekirin: 22 Nîsan 2017
ŞANLIURFA
Li Sirûca navçeya Şanliurfayê di êrîşa ku bi wesayîteke bomberêjkirî hat kirin de, êrîşkar hat kuştin.
Li gor agahiyan nêzî Nexweşxaneya Dewletê ya Sirûcê êrîşeke bi wesayîta bomberbarkirî hat kirin.
Di bûyerê êrîşkar hat kuştin.
Piştî bûyera ku zirar negihîşt can û malê welatiyan. gelek tîmên polêsan û ambûlans ji cihê bûyerê re hatin şandin.

Waliyê Şanliurfayê Gungor Azîm Tuna di daxuyaniya xwe de ji nûçegihanê AAyê re destnîşan kir ku êrîş, bêyî ku tu xisar çêbibe derbas bû.
Tuna anî ziman ku êrîşkar hat berterfkirin û wiha got, "Tedbîrên ewlehiyê hatin şidandin, Operasyona ku me bi firealî da destpêkirin, li dijî piştevanên rêxistina terorê jî didome"

Ji aliyekî din ve Midûrê Ewlekariya Wîlayetê Veysal Tipioglu gihîşt cihê bûyerê û operasyon birêve bir.