Ekip
21 Nîsan 2017•Rojanekirin: 22 Nîsan 2017
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim, li ser beşdariya YPGyê di operasyona Reqqayê de wiha got: "Tehdîd ji ku tê bila were emê bi ser wan de herin. Loma ev ne biryara me ye, ya Emrîkayê ye. Wê Serokomarê me 16-17ê Gulanê bi Trump re biaxive emê li gor wê biryara nihayî bidin."
Yldirim, piştî nimêja înê ya ku li Camiya Haci Bayram Welî kir cewaba pirsên rojnamevanan da.
Pirsa "Eger di operasyonên Reqqa û Minbicê de YPG were bikaranîn dê plana Byê ya Tirkiyê çi be?" Yildirim wiha bersivand: "Tirkiye li hemberî hemû rêxistinên terorî li hundir û derve mucadeleyeke bêeman didomîne. Tehdîd ji ku tê bila were emê bi ser wan de herin. Loma ev ne biryara me ye, ya Emrîkayê ye. Wê Serokomarê me 16-17ê Gulanê bi Trump re biaxive emê li gor wê biryara nihayî bidin."
Serokwezîr Yildirim der heqê têkoşîna dijî û êrişa îro li Şirnexê de jî wiha got: "Mixabin li Çukurcayê di teqîbatê da 2 texmenên me şehîd ketin û demildest bersiva vê kiryarê hat dayîn. Li wir cî û warên terorê hatin îmhekirin. Wê ev têkoşîn dewam bike. Heta li derveyî sînorên Tirkiyeyê jî ev talûke hebe û ji kê tê bila bê Tirkiye wê bersivê bide hemûyan."
Biryara CHPê ya der barê fererandûmê da li Dadgeha Bilind dozê veke jî wiha nirxand: "Em çûn ber gel. Gel biryar da. Li dadgehan bi gilîkirinê guherandina biryara gel rêyeke demokrasiyê nîne. Lêbelê ya rastî her kes, bi tenê ne CHP, dikare mafê xwe yê îtirazê bi kar bîne. Dema bixwaze vî heqê xwe bi kar bîne em nikarin tiştekî bêjin. Lêbelê gel gotina xwe gotiye."
Herwiha got: "YSK hemû îtirazan dinirxîne û biryarekê dide û mesele xilas dibe. Di mijara hilbijartinan de biryarên YSKê teqez in. Ji bo vê rêya darazê tuneye. Ma dikarin dîsa herin? Erê helbet dikarin biçin. Ku derê bixwazin dikarin biçin. Di encamê da tu biryarên mehkemeyan nikarin ji ser biryara gel ra biryareke din bide."