28 Tebax 2019•Rojanekirin: 29 Tebax 2019
Li Ceylanpinara navçeya Şanliurfayê endamekî rêxistina terorê PYD/PKKyê yê ku hat tesbîtkirin ji Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê bû, hat girtin.
Li gorî agahiyan, şaxên îstixbaratê li ser agahiya ku terorîstek wê ji sînorê Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê bibe, hêzên ewlekariyê yên li ser sînor hişyar kirin.
Hêzên ewlekariyê yên ku li herêmê tedbîrên xwe xurt kirin, li herêma Ceylanpinarê li ser sînor terorîstek girtin.
Şikbar piştî kontrola tenduristiyê birin Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê ya Ceylanpinarê.