Elif Orhan
04 Gulan 2018•Rojanekirin: 07 Gulan 2018
HAKKARÎ
Li navçeya Şemzînanê Dibistana Yavuz Sultan Selîm û Dibistana Navîn a Îmam Xetîbê ji bo astengdaran kermes li dar xist.
Xwarin û pasta û borekên ku xwendekaran amade kirin li ber derê Dibistana Navîn a Îmam Xetîbê hatin firotin.

Hat diyarkirin dahata ku dê ji kermesê bê bidestxistin dê ji bo xwendekarên di polên perwerdeya taybet de bên bikaranîn.
Midûrê Perwerdeya Navçeyê Senar Yuce, mamoste û welatî li kermesê geriyan.