Önder Beyter
27 Mijdar 2019•Rojanekirin: 27 Mijdar 2019
Li herêma Şenyaylaya Mûşê ku bi operasyonên serkeftî yên hêzên ewlekariyê ji terorê hat paqijkirin, baregeh hat avakirin.
Waliyê Mûşê Îlker Gunduzoz di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku li herêma Şenyaylayê ku dikeve sêgoşeya Qulp, Bîngol û Mûşê, gavên girîng ên ewlekariyê hatin avêtin.
Gunduzoz diyar kir ku li herêma ji terorê paqijkirî, veberhênaneke girîng a ewlekariyê hat kirin û wiha dewam kir:
"Baregeha Şenyaylayê hat avakirin. Cendirme êdî 24 saetan li vê derê ye. Salên berê rêxistina terorê ji ber taybetiya topografîk a deverê û bereya daristanê îstifade dikir û xwe bi cih dikir, lêbelê êdî dewleta me li vê derê pir hakim e. Li vê derê terorîst gav bi gav hatin berterefkirin. Çend roj berê di operasyonên serkeftî yên hêzên ewlekariyê da 3 terorîst hatin berterefkirin. Em ketin kûlên wan. Êdî cendirmeyê Tirk 24 saetan li wan deran e."
Gunduzoz herwiha bal kişand ku tedbîrên hatin wergirtin, tesîreke mezin li geşbûna heywandariya li herêmê jî kir û wiha dewam kir, "Em Mûşeke aram û ewletir dixwazin. Ev herêma ku ji aliyê rêxistina terorê gelekî dihat îstismarkirin, êdî ji îstismarê xilas bû."