Bestami Bodruk,Aydın Arik
21 Tebax 2023•Rojanekirin: 29 Tebax 2023
Li Çunguşa navçeya Diyarbekirê çend kesên siruştê hez dikin li ser zinarên mezin digerin û hingiv berhev dikin.
Navçeya Çunguşê ya ku 110 kîlomêtro dûrî bajêr e bi siruşt û hewaya xwe, bi baxçe, zozan û çiyayên xwe va bala însanan dikşîne.
Çend kesên siruşthez diçin çiyê, li devê şikeftan û ser zinarên qerase digerin ku hingiv berhev bikin.
Rêwîtiya wan her çiqas bitalûke be jî ew guh nadin vê, bi baldarî û hesas bêyî ku zirarê bidin mozan hingiv berhev dikin.
Kesên hingivê berhev dikin kewarên tije hildidin, piştî vala dikin dîsa dihêlin cihê wan û bi heriyê va hêlina mozan wek berê çêdikin ku careke din bikaribin hingiv tê da çêbibe.
Hingivê tê berhevkirin ji bo nexweşan, zarokan, kal û pîran tê şandin.
- "Li jorê hingiv hebe, li jêrê jî mirin heye"
Îsmaîl Canê di komê da ye ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew ji bo ku siruştê bidin nasîn ger û geştê dikin û xwe wek "nêçîrvanên siruştê" bi nav dikin.
Can diyar kir ku di komê da berê ew 5 kes bûn, piştî derketina tayîna 2 kesan ew man 3 kes.
Can destnîşan kir, wan bi koma ji bo danasîna navçeyê ava kir, geryan li dar xistin û di van geryanan da ew rastî heywanên beyanî hatin. Can her wisa got ku mozên beyanî jî di şeqîvên zinaran da û di qulên daran da hêlînê çêdikin û wiha dewam kir:
"Li cihê em diçinê gava em rastî mozan tên, em fêm dikin ku li wir kolonî heye. Em ji bo mozan hingiv datînin û em dû bi ser da digirin. Paşê em moza ku hingiv hildide, dişopînin. Em devera moz diçê, kontrol dikin. Kewarên wan di qulên daran û şeqîvên zinaran da ne."
Can bal kişand, ji ber ku jê ra profesyoneltî lazim e herkes curet nake ku vî karî bike û wiha pê da çû:
"Ku li jor hingiv hebe li jêr jî mirin heye. Herkes vê rîskê hilnade. Em digel vê rîskê vî karî dikin. Me par bi qasî 20 kîlogramî hingiv kom kir. Me ev hingiv da kal û pîran, zarokan, nexweşan û nasan. Em ê hingivê îsal em kom bikin jî belav bikin. Em vî karî teqez ji bo pere nakin."
Can herî dawî bal kişand ku ev hingivê bi temamî organîk e, ji berê da wekî kana şifayê tê qebûlkirin.