HATAY
Piştî ku hat îdiakirin hêzên Esed li Şamê çekên kîmyewî bi kar anîne li Deriyê Sînor Cîlvegozuya ku li navçeya Reyhanliya Hatayê ye êkîba kifşkirina kîmyewî, biyolojîk, radyasyon û nukleerê venêrînên xwe zêde kirin.
Ekîbên Midûriyeta Bobelatê û Rewşa Lezgîn a Adanayê, li deriyê sînor yên ku ji Sûriyê tên kontrol dikin.
Peywirdarên ekîbê bi cilên xwe yên taybet birîndaran kontrol dikin û yên ku bermayiyên kimyewî bi wan ve tunebin, dişînin nexweşxaneyên Hatayê.