03 Sibat 2018•Rojanekirin: 03 Sibat 2018
HATAY/KILÎS
Ji ber rokêt, moşek û guleyên hewanê yên endamên PYD/PKKya rêxistina terorê ku Efrîna herêma Sûriyeyê dagir kirine û diavêjin sivîlên li Kilîs û Hatayê 7 kes hatin kuştin û tevî zarokan 107 kes birîndar bûn.
Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya Artêşa Tirkiyeyê 20ê mehê li dihî hedefên terorê yên li Efrîna herêma Sûriyeyê da destpêkirin bi hevkariya Artêşa Sûriyeya Azad dewam dike.
Ji ber ku endamên PYD/PKKyê ketine tengasiyê rokêt, moşek û guleyên hewanê diavêjin sivîlên li Kilîs û Hatayê.
Ji destpêka operasyonê heta niha 88 rokêt, moşek û guleyeke hewanê avêtin ser xelkê li Tirkiyeyê. Li navenda Kilîsê 34 û li Reyhanli, Hassa û Kirikhana navçeyên Hatayê 56 êrîş hatine kirin.
Di êrîşên dijî sivîlan da 2 jê ji Sûriyeyê 7 kes hatin kuştin û tevî zarokan 107 kes jî birîndar bûne.
Ji ber êrîşan li Reyhanliyê 320 mal û dikan û 33 wesaîtan xisar dît.
Li Kilîsê ji ber rokêtan 9 mal, mizgeftek û 12 wesaîtan xisar dît.