ŞIRNAK
Mehmet Aydemîrê ku li Elmanyayê dijî ji bo Kader Tûraya ku nikare ligel hevalên xwe bileyîze, sendelyeyeke biteker şand.
Kader Tûraya ku ji piyên xwe felce û nikare ligel hevalên xwe bileyîze, ji bo arikariyê gelek kêfxweş bû.
Dayika Kader, Sanîye Tûrayê got ku di mal de bêhna kêça wê teng dibû û dixwest biçe hevalên xwe temaşe bike; lê ji ber astengiyê nikaribû here.
Serokê Komeleya Piştevanî û Arîkariyê ya Astengdarên Silopiyê Abdullah Surer got ku Mehmet Aydemîr ev cara duyemîn e ku arîkariya sendelyeya biteker dike.