ANKARA
Dozgeriya Leşkerî ya Serokatiya Sererkaniyê der barê lêpirsîna bûyera li Ûlûdereyê ya di sala 2011an de daxuyaniyek da û wiha got "Îdiayên dibêjin ku di çarçoveya lêpirsînê de hinek delîl nû hatin tespîtkirin, delîlên berdest hatin veşartin, sansurkirin an jî nehatin nirxandin rastiyê nîşan nadin."
Dozgeriyê daxuyaniyeke nivîskî da û da zanîn ku di 16 û 17ê sibata 2015an de li hin şaxên çapemeniyê de der barê lêpirsîna ku Dozgeriya Leşkerî der heqê bûyera ku di 28ê kanûna paşîn a 2011an de li başûrê Ûlûdereyê li axa Iraqê qewimî de, hin îda cî girtin. Di daxuyaniyê de gotin ku di van îdiayan de şîroveyên yek alî yên wekî 'di lêpirsînê de hinek delîlên nû hatin tespîtkirin, delîlên berdest hatin veşartin û bala xwe nedan wan delîlan, hatin sansurkirin û bi vî awayî kiryar hatin bêsûckirin."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku îfadeya ku di nûçeyên navborî de wek delîla nû tê nîşandan ji "hinek daxuyaniyên xebatkarekî ku bi wesfê gumanbar di çarçoveya lêpirsîna ku Dozgeriya Leşkerî dike, pêk tê". Daxuyaniya nivîskî wiha berdewam dike:
"Dozgeriyên Komarê yên ku lêpirsînê dikin îfadeya navborî ji Dozgeriya me ya Leşkerî re şand û hemû delîlên di dosyeyê de, bi daxuyaniyên gumanbaran re hat nirxandin û biryar hat dayîn, bi îfadeyên din ên di dosyeyê de li gor hikmên Qanûna Ûsula Darizandin û Damezrîna Dadgehên Leşkerî hem ji aliyên dosyeyê re hem jî di çarçoveya lêpirsîna şexsî de ji bo ku ji lêkolîna ku dê bê kirin re bibe bingeh ji Dadgeha Destûra Bingehîn re hat şandin.
Di vê çarçoveyê de der barê bûyera dilsoj de hemû delîlên ku hatin tespîtkirin bi hev re hatin nirxandin û di encama hiqûqî qeneata wijdanî de bi şertê ku rêya qanûnê bimîne vekirî biryar hat dayîn ku "hewceyê pêketinê nîne" û îtiraza ku der barê vê biryarê de hat kirin, hat redkirin. Îdiayên dibêjin ku di çarçoveya lêpirsînê de hinek delîl nû hatin tespîtkirin, delîlên berdest hatin veşartin, sansurkirin an jî nehatin nirxandin rastiyê nîşan nadin."