ŞIRNAK / HAKKARÎ
Li Şirnakê bi hinceta yekemîn salvegera têkoşîna biçek ya PKKê xwepêşanên bêdestûr hatin lidarxistin. Polêsan mudaxele li girseyê kir.
Li Qada Omer Kabakê ji aliyê hin xwepêşandêran ve alayên nîşana rêxistinê hatin vekirin û rê ji çûnûhatinê re hat girtin. Polêsan ji bo belavbûnê bangî girseyê kir, lê girse belav nebû û li ser vê yekê polêsan bi ava guj û gazê mudaxele li girseyê kir.
Ji aliyê din ve xwepêşandêran bi molotofan êrîşê TOMAyek kir û zirar da TOMAyê.
Piştî mudaxeleya polêsan girse belavî kolanan bûn.
-Xwepêşandanên Yuksekovayê
Ji bilî Şirnakê li navçeya Yuksekovaya Hakkariyê jî xwepêşanên bê destûr hatin lidarxistin. Polêsan mudaxaleyê girseyê kir.
Li Yuksekovayê ji aliyê BDPê ve xwepêşanên bêdestûr hatin lidarxistin û li ser Xaçerêya Girtîgeha berê meşa bi argûr hat kirin. Girse heta Kolana Cengîz Topelê meşiya. Li ber Hotêla Osloyê bombeya deng teqiya, piştî teqînê bikevir û molotofan êrîşê polêsan hat kirin.
Polêsan jî bi ava guj û gazê mudaxaleyê girseyê kir. Esnafên ku ji rewşê aciz bûn û zirar dîtin, dikanên xwe girtin.