Li Şirnexê terorîstan êrîşî wesaîta leşkerî kir û di êrîşê da 2 leşker cangorî bûn, gundparêzek jî birîndar bû.
Li gor agahiyan li texma gundê Arakoya Şirnexê endamên rêxistina PKKyê teqemenî kirin erdê û dema ku wesaîta leşkerî derbas bû jî teqandin.
Piştî bûyerê terorîstan bi roketavêj û çekên lûledirêj êrîşî wesaîta leşkerî kirin û di êrîşê da çawîşekî pispor û 2 leşkerî di wesaîtê da cangorî bûn û gundparêzek jî birîndar bû.
Ji bo qefaltina endamên Rêxistinê operasyon dewam dike.