ŞIRNAK
Li Cizîra navçeya Şirnexê 6 tirên ku li bergeha îstasyoneke sotemeniyê park kiribûn bi destê kesên nediyar hatin şewitandin.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, kesên ku hê nayê zanîn ku kî ne do bi şev benzîn di ser 6 tirên Orhan Uca yên ku li bergeha îstasyoneke sotemeniyê park kiribûn da kirin û agir berdane tiran. Şewat bi midaxeleya ekîbên agirkujiyê hat temirandin.
Ucayê xweyê îstasyon û tiran di daxuyaniya xwe da diyar kir ku di têlefonê da xebera şewata li îstasyonê dane wî.
Uca got ku nizane kê şewat derxistiye.
Uca destnîşan kir ku bi tu kesî ra neyariya wî tune û wiha got: "Vê gavê gumana me naçê ku kesekî wek şikbar bibînin. Em naxwazin hin kesan wek hedef nîşan bidin û gunehê wan hildin."