25 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2019
Li Uludereya navçeya Şirnexê di operasyona ku hat kirin da muhîmat û alavên jiyanê yên aîdê terorîstên PKKyî hatin bidestxistin.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên herêmî hat hildan, Fermandariya Tabûra Harekata Taybet a Cendirmeyê ya Şirnexê li dijî PKKya rêxistina terorê li navçeya Uludereyê, herêma girê Gollukê, texma Zozanê Kirmiziyê "Operasyona Tegmenê Cendirme yê Şehîd Şafak Evran" kir.

Di operasyonê da di şikeftên ku rêxistina terorê dixebitîne da û li ser erazî lêgerîn hat kirin û di lêgerînê da lûle, sêpê û hewana ku çapa wê 81 mîlîmêtre ye, 11 bombeyên destan ên parastinê, 10 fîşengên sewqê yên roketavêj, mayîna pehniyê, 2 hezar muhîmatên keleşnîkofê, 500 muhîmatên bixiyê, mayona ku 400 muhîmatî hildide, 2 çekên lûledirêj û şarjora kanasê, bomebeya destan a tearûzê, betanî, parkayê eskerî, 5 pet şûşe, 3 mêtre qablo, kembera qamûflajê, şemsiye, pûşî, pîl, meqes, 2 serûm û gelek alavên jiyanê hatin dîtin.
Li herêmê operasyon didome.