Ahmet Aydın
25 Tebax 2016•Rojanekirin: 25 Tebax 2016
ŞIRNAK
Li Îdila navçeya Şirnexê rêveber û endamên meclisa şaredariyê yên DBPê ku di encama operasyona dijî PKKê hatibûn binçavkirin, hatin girtin.
Li gorî agahiyan, 10 kes ku di nava wan da rêvebera şaredariya DBPê Nevîn Orman, endamên meclisa şaredariyê Songul Erdem, Medîne Fîdan û Şehmuz Oztaş jî hene, di çarçoveya operayona dijî PKKê da hatin binçavkirin.
Orman, Erdem, Fidan û Oztaş piştî karûbarê wanê li rêveberiya ewlekariyê ji aliyê dadgehê va ji ber sûcê "alîkarî û piştevaniya rêxistina teorê" hatin girtin.
Karûbarê gumanbarên din li rêveberiya ewlekariyê didome.