25 Tebax 2016•Rojanekirin: 25 Tebax 2016
ANKARA
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu: "Em di têkoşîna xwe ya dijî terorê da ji tiştekê paşgaviyê nakin. Ev êrîşên namerd ne dikarin me bitirsînin ne jî me bêdeng bikin."
Kiliçdaroglu der barê êrîşa dijî karwana xwe li rêya navbera Artvîn û Şavşatê li Twitterê daxuyanî da.
Belavoka Kemal Kiliçdaroglu bi vî hawî bû:
"Em di têkoşîna xwe ya dijî terorê da ji tiştekê paşgaviyê nakin. Ev êrîşên namerd ne dikarin me bitirsînin ne jî me bêdeng bikin. Yên ku bi nêtbaşiya xwe di têkoşîna dijî terorê da piştevaniya me dikin, ez rêz hurmeta xwe pêşkêşî wan dikim. Rehma Xwedê li şehîdê me yê qehreman ku di êrîşê da laşê xwe kire sîper û şehid ket be. Serê xizm û malbata wî sax be."