09 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 10 Tîrmeh 2019
Li Cizîra navçeya Şirnexê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da teqemeniyên çalkirî hatin bidestxistin.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin hildan, li gor agahiya îstixbarî PKKya rêxistina terorê li tevahiya Şirnexê amadehî dikir ku êrîşa sansasyonel bibe ser wezîfedarên payebilind ên dewletê an jî hêzên ewlehiyê, ji bo vê jî pêş da teqemenî çal kirine û tevkarên rêxistinê wê ew teqemenî bibira teslîmî terorîstan bikirana.
Li gor agahiya îstixbarî, yekîneyên Fermandariya Cendirmeya Bajêr 8ê Tîrmehê dora 23.30î li devera çiyayî ya gundê Kebeliyê ya navçeya Cizîrê operasyon kir.
Di operasyonê da 15 kîlo teqemeniyên çalkirî, 7 funyeyên ceyranê, 12 qumandoyên dûrva hatin bidestxistin.