16 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2015
ŞIRNAK
Li gor agahiyan li Îdila navçeya Şirnexê komeke terorîst ket polên Lîseya Anadoluyê ya Îdilê û Dibistana Seretayî ya Bener Coşkun.
Komê ji 20î zêdetir xwendekar û mamoste bi zora çekan ji polê derxist û propagandaya rêxistinê kir û gef li xwendekar û mamosteyan xwarin ku neyên dibistanê.
Piştî ku terorîst ji herêmê dûr ketin mamosteyan agahî da Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Bajêr. Malbatên ku bûyer bihîstin jî zarokên xwe ji dibistanê hildan.
Rayedarên Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî jî destnîşan kir ku terorîstan gefan li xwendekar û mamosteyan xwarine.