Elif Orhan
06 Îlon 2018•Rojanekirin: 07 Îlon 2018
ÎSTANBUL
Walîtiya Stenbolê da zanîn ku li perava Bostanciyê ya navçeya Maltepeyê firokeyek ket û du kes birîndar bûn.

Di daxuyaniya ku ji walîtiyê hat dayîn de ev hatin gotin:
"Li perava Bostanciyê ya li navçeya Maltepeyê firokeyeke taybet ket û du kesê ku birîndar bibûn hatin xilaskirin. Ekîbên teknîk li cihê bûyerê dest bi xebatên lêkolîna hewce kirin."

Waliyê Stenbolê Vasîp Şahîn diyar kir ku di qezaya firokeyê ya li perava Bostanciyê de Îsmet Ozgur û Halîl Unverê ku li gel wî rêwî bû bi birîndarî hatin xilaskirin.
Şahîn di daxuyaniya xwe de got ku li perava Bostanciyê dora îskeleyê firokeyeke taybet ket.

Şahîn diyar kir ku Îsmet Ozgurê ku wek xwediyê firokeyê xuya dike û Halîl Unverê ku li gel wî rêwî bû ji qezayê birîndar hatin xilaskirin û wiha axivî: "Ji bo wan hevalan midaxaleya hewce hat kirin û ekîbên me yên tenduristiyê ew birin nexweşxaneyan. Li gor agahiyên ku hevalên me dan min birînên Halîl Unver piçek din girantir in û birînên Ozgur siviktir in. Ekîbên me yên teknîk niha li wir in. Ewlehiya me ya peravê hem bi firokeyên xwe hem jî bi botên xwe wir in, xebatan dikin."
Walî Şahîn got ku der barê guzergaha firokeyê de hêj agahiyên wan tunin, dê li ser bûyerê lêkolîn bê kirin û bi raya giştî re bê parvekirin.
Şahîn der barê sedema qezayê de jî nirxandina "Gelo ji ber rewşa hewayê çêbû yan ji ber erizeyeke teknîk tenê piştî lêkolîna teknîk a ekîba qira qezayê dê biryar bê dayîn. Heke em der barê qezayê de nirxandinek bikin dibe ku bibe sedema spekulasyonan, rast jî nîne ji ber ku ev mijar mijara me ya îhtisasê nîne. Li gor rapora ku dê ekîba me ya teknîk bide em ê agahî bidin raya giştî."