23 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 24 Cotmeh 2015
ÎSTANBUL
Li 8 navçeyên Stenbolê di operasyonên hevdem ên ku li ser 14 navnîşanan hatin kirin de 10 kesên tê îdiakirin endamên YDG-Hya şaxa ciwaniyê ya PKKya rêxistina terorê ne, hatin binçavkirin.
Ekîbên Miduriyeta Şaxa Têkoşîna bi Terorê re îro serê sibehê bi operasyoneke hevdem ve girtin ser 14 navnîşanên li Şîşlî, Beyoglu, Eyup, Bayrampaşa, Zeytînburnu, Sariyer, Avcilar û Sultanbeyliya navçeyên Stenbolê û 10 kesên ku tê îdiakirin endamên YDG-Hya şaxa ciwaniyê ya PKKya rêxistina terorê ne binçav kirin.
Di lêgerînên ku li navnîşanan hat kirin de tivingeka bi pompe, gelek gule, belgeyên rêxistinî, amûrên dijîtal hatin bidestxistin.
Tê gotin ku gumanbarên hatine binçavkirin ji hûndir û derveyê welêt merivan bi zorê dibirin kampan û dişandin serê çiyê, beşdarî çalakiyên derqanûnî dibûn û bi molotofan ve êrîş dikirin.
Muameleyên der heqê gûmanbaran li ewlehiyê hêj dewam dike.