Alper Korkmaz,Büşra Çoban
17 Tebax 2023•Rojanekirin: 20 Tebax 2023
Li Emînonuya Stenbolê otobusa ÎETTyê ya parqkirî şemitî û ket behrê.
Otobusa li rawestgeha ser Kolana Ragip Gumuşpala ku hatibû parqkirin ji ber sedemeke hê jî ne diyar e şemitî. Otobusa ku kete behrê piştî demekê binav bû.
Li ser hewarê ekîbên polês, agirkujî û ewlehiya peravê hatin ciyê bûyerê.
Vîncên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê jî bi armanca otobusê ji nav behrê derxin sewqî herêmê hatin kirin.
Ji bo derxistina otobusê xebatê dest pê kir.
Şofêrê otobusê Ramazan Şahîn daxuyanî da rojnamegeran û got ku wî otobus parq kir û piştî 20 deqîqeyî hat cem otobusê û wiha domand: "Ji bo derî vekim min tiliya xwe da ser qumendeyê û otobus ji nişka va bi rê ket û paşê me nikaribû bidim sekinandin. Tu erizeyeke wê tunebû. Cara ewil e tiştek wiha tê serê min. Otobus ber bi behrê va çû û me jî dît."