Muhammed Gencebay Gür
17 Tebax 2023•Rojanekirin: 18 Tebax 2023
ÎSTANBUL (AA) - Li Avcilara Stenbolê ji bo qurbaniyên Erdheja Marmarayê ya ku di 17ê Tebaxa 1999an da çêbû, bernameya bibîranînê hat lidarxistin.
Çalakiya li ber abîdeya erdhejê ya li ser Kolana Marmarayê, piştî rawestîna rêznîşandanê û xwendina Marşa Îstiqlalê dest pê kir.
Serokê Konseya Bajarê Avcilarê Turgay Halisçelik di bernameyê da axivî û diyar kir ku li hemberî erdhejê divê verastkirinên qanûnî bêyî tolerans were nîşandan, bên pêkanîn.
Halisçelik wiha axivî, "Zanyarên me nexasim vê sala dawîn bêtir tînin ziman ku li herêma Marmarayê ew li benda erdhejeke mezin in. Lewma jî divê avahiyên bi rîsk ên tesbîtkirî desmildest bên hilweşandin û şûna wan divê avahiyên ji bo erdhejê saxlem bên çêkirin. Tu tişt ji jiyana însan bi qîmettir nîne."
Piştî daxuyaniyan, komê meşale vêxist û qurnefîl danîn ber abîdeya erdhejê.
Nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl û her wiha eqrebayên qurbaniyên erdhejê beşdarî bernameyê bûn.
Qurbaniyên Erdheja Marmarayê li Yalovayê hatin bibîranîn
Li Yalovayê ji bo qurbaniyên Erdheja Marmarayê ya ku di 17ê Tebaxa 1999an da çêbû, bernameya bibîranînê hat lidarxistin.
Bernameya bibîranînê bi gera li pêş Peykerê Erdhejê dest pê kir û kesên li Meydana Komar û Demokrasiyê ya 15ê Tîrmehê kom bûn ber bi Peykerê Erdhejê yê li peravê va awayek bêdeng meşiyan.
Beşdarvanan qurnefîl danîn ber abîdeya erdhejê ya ku navê qurbaniyan li serê bû.
Di bernameyê da Qurana Kerîm û Mewlûd hat xwendin û di saet 03.02an da jî ku erdhej çêbûbû dia hatin kirin û bername qediya.