Türkan Tosun
25 Mijdar 2018•Rojanekirin: 25 Mijdar 2018
ÎSTANBUL
Li Sultangaziya navçeya Stenbolê 11 wesayît ji hêla kesên nasnameya wan ne diyar va hatin şewitandin.
Li gor agahiyan li taxa Cebeciyê, li ser kolana 2506an 11 wesayîtên welatiyan yên hatibûn parkkirin ji hêla kesên nasnameya wan ne diyar va hatin şewitandin.

Welatî dema ku pê hisyan wesayîtên wan dişewitin bangî polês û timên agirkujiyê kirin û heta ew hatin jî hewl dan bi xwe agir vemirînin.
Timên agirkujiyê hatin cihê bûyerê û şewat vemirandin.

Polês ji bo ku sûcdaran bigrin kameraya ewlehiyê ya avahiyan hildan ku temaşe bikin û der barê bûyerê da lêpirsîn dan destpêkirin.
Welatiyên ku wesayîtên wan hatin şewitandin hêrs bûn û bertek nîşanî vê bûyerê dan.