İbrahim Atmaca
25 Mijdar 2018•Rojanekirin: 25 Mijdar 2018
MALATYA
Ji bo Meletî, Elezîz, Tuncelî, Bîngol û Adiyemanê hişyariya mij û xumamê hat dayîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 13em a Meteorolojiyê hat dayîn, li herêma ku Meletî, Elezîz, Bîngol, Tuncelî û Adiyeman lê ye heta serê sibehê hewa wê ewrayî û pirewrayî be, li Elezîz û Tunceliyê serê sibê baran wê bibare.
Li 5 bajaran germa hewayê wê neguhere.
Ji ber ku li bajarên navborî bi şev û serê sibê mij û xumam tê payîn, hişyarî hat dayîn ku welatî di trafîkê da baldar bibin û tevdîra xwe hildin.