18 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 19 Cotmeh 2015
SÎÎRT
Navend jî di nav de li Erûh û Perwariya navçeyên Sêrtê wek herêmên ewlehiyê yên berwext hatin îlankirin.
Walîtiya Sêrtê daxuyanî da û diyar kir ku ji bo nîzama raya giştî, rê li ber sûc kirinê girtin, azadî, ewlehiya can û malê welatiyan Qereqola Eglenceyê ya navçeya Navendê, Yassidaga (Cîrav) Erûhê û herêma Çiyayê Yazlicaya Perwariyê ji 21ê Cotmehê heta 4ê Sermawezê wek "herêma ewlehiyê ya berwext" hatin îlankirin.
Di daxuyaniya walîtiyê de wiha hat gotin: "Ji bo welatî ji hêzên dereqanûnî û tewdîrên ewlehiyê yên dijî wan tên hildan zirarê nebînin ev herêmên ku qala wan tê kirin heta 15 rojan wek herêmên ewlehiyê hatin îlankirin. Ji kerema xwe di vê demê de bi tu awayî neçin van herêman."