Hat ragihandin ku Walîtiya Sêrtê, li cihên bêrûhsat firotina kêr û çekan qedexe kir.
Di daxuyaniya walîtiyê de hat destnîşankirin ku kêr û amûrên wek kêrê li hemû cihan tên firotin û hemû kes karin bi hêsanî wan bistînin. Ji bo ewlehî û asayişa kamuyê, firotina van amûrên ku di bûyerên wek mêr kuştin, birîndarkirin, diziyê de tên bikaranîn hat sînorkirin.
"Di nav sînorên bajêr de, li gor qanûna bi hejmara 6136an, ji bo parastina ewlehî û pergala kamuyê, firotina kêr û amûrên wek kêrê hatin qedexekirin. Ji niha û pê ve amûrên wek kêrê dê tenê li cihê birûhsat bên firotin. Herwiha li gor qanûnê dê kes nikaribe van amûran bi xwe re bigerîne."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku kesên ku li gor biryarê tevnegerin dê cezayê pere yê îdarî bidin.