Mehmet Niyazi Deniz
03 Hezîran 2024•Rojanekirin: 04 Hezîran 2024
Li Sêrtê jinek ket bîra avê ya nava baxçeyê xaniyê xwe û tê da xeniqî.
Li gor îdiayê, H.U. (38) di baxçeyê xwe yê li Taxa Ulusê da wexta ku belgê tiriyan berhev dikir, teisî û ket bîra avê.
Li ser êxbarê ekîbên AFAD, îtfaiye, ambulans û polêsan sewqî herêmê kirin.
Ekîban di saet û nîvekê ya da paşê H.U ji bîrê derxist.
H.U rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê, lê digel midaxaleyê xelas nebû û mir.