Fecri Barlık,Mehmet Niyazi Deniz
23 Mijdar 2023•Rojanekirin: 23 Mijdar 2023
Li Şîrvana navçeya Sêrtê kana madenê hilweşiya, di bûyerê da 3 karker mirin û 2 karker jî birîndar bûn.
Li kana sifirê ya li gundê Madenê ji ber sedemeke nediyar hezaz çêbû.
Li ser cawdayînê cendirme, ekibên AFAD, agirkuj û Tenduristiya Acil ya 112yê hatin cihê bûyerê.
Ji bo ku karker bên xelaskirin xebat hat destpêkirin.
Waliyê Sêrtê Kemal Kizilkaya ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand di kana Etî Bakirê da şev dora saet 01,25an da hezaz çêbûye û wiha axivî: "5 hevalên me di binê hezazê da mane. Ji wan 2 kes bi birînên sivîk birîndar bûne, lê mixabin 3 birayên me wefat kirine."
Kizilkaya got rehma Xwedê li miriyan be û Xwedê şifayê bide birîndaran.
Walî Kizilkaya anî ziman ku tevdîrên hewce dikin hatine dîtin û di kanê da rewşeke bi talûke tune.
Ekîban birîndar rakir Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sertê.
- 3 kes hatin binçavkirin
Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê der barê bûyerê da lêpirsîn da destpêkirin.
Li ser lêpirsînê Y.K, A.T. û D.A hatin binçavkirin.