Fecri Barlık,Nurettin Kilis
01 Gulan 2021•Rojanekirin: 02 Gulan 2021
Li Erûha navçeya Sêrtê şivanê ku li ber pez winda bû, di Çemê Zarovayê da mirî hat dîtin.
Mehmet Siddik Îmaçê (20) ku li texma gundê Ufacayê pez diçêrand, duh venegeriya mala xwe û malbata wî çû herêmê.
Malbata wî sol û kincê Îmaç li kêleka Çemê Zarovayê dît û cab da cendirmeyan.
Digel cendirmeyan ekîbên AFAD, UMKE û ambulansê sewqî herêmê kirin.
Ekîba xozneber a Midûriya Ewlehiya Bidlîsê jî piştgirî da lêgerînê û cesedê Îmaç li herêma ku çem dikişe Gola Bendavê ya Ilisuyê ya Prof. Dr. Veysel Eroglu hat dîtin.
Eqrebayên şivên çav pê ketin û dîn û har bûn.
Cenazeyê Îmaç seba otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Erûhê.