Mehmet Niyazi Deniz
23 Adar 2026•Rojanekirin: 25 Adar 2026
Li Perwarîya navçeya Sêrtê,15 wesayîtên ku di berfê da asê man ji hêla ekîban va hatin xelaskirin.
Li gorî daxuyaniya Rêvebiriya Taybet a Bajêr, ji ber berf û bagerê li Taxa Çemîkareyê wesayît di rê da asê man.
Li ser cawdayînê ekîbên paqijkirina berfê çûn herêmê.
Ekîban piştî xebatê 15 wesayît û welatiyên ku di wesayîtan da bûn xelas kirin.
Ji hêla din, rêya gundê Keskîn-Karşiyakayê ya li ser navçeya Perwarîyê û rêya gundê Yagcilarê ya li ser navçeya Şîrwanê ji ber hezazê hatin girtin.
Piştî xebata ekîban her du rê jî hatin vekirin.