Ahmet Aydın
02 Hezîran 2020•Rojanekirin: 02 Hezîran 2020
Li gorî agahiyan wesayita zirxdar a ku esker vediguhastin, dema ji herêma baregehê ya li Dogankoyê birê ket, ji kontrolê derket û qulibî şerempolê.
8 eskerên ku di qezayê de birîndar bûn bi helîkopterê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê.
Tevî hemî midaxeleyan 2 esker şehîd ketin.
Dermankirina 6 eskeran berdewam e.