DIYARBAKIR
Li gundê Dagcilarê, ji ber hilbijartinên mixtariyê di navbera pismaman de şer derket, di şer de kesek mir û kesek jî birîndar bû.
Li gor agahiyan li, gundê Dagcilarê di hilbijartinên mixtariyê de mixtarê berê Kemal Uruç qezenc kir. Piştî hilbijartinê di navbera mixtar Uruç Û kurê apê wî Kerem Uruç de şer derket.
Di şer de birayê Kerem Uruç, Mikaîl Uruç (30) û Hukumet Uruç (45) birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyê lê Mikaîl Uruç li wir wefat kir. Dermankirina Hukumet Uruçê jî dewam dike.
Lêpîrsina der barê bûyerê de dewam dike.