ANKARA
Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (LBH) Sadî Guven ji bo îtirazên der heqê encamên hilbijartinê de diyar kir ku bila ne partiyên siyasî û ne jî welatî nekevin nav fikaran û wiha got: "Heke di zabitnameyan de xeletî hebe ewê di lijneya hilbijartina navçeyan de li gel nûnerên partiyên siyasî bê serastkirin. Van serastkirinan jî em ê li ser malpera xwe ya înternetê belav bikin. Bila tu kes nekeve nav fikaran. Bila him welatiyên me û him jî partiyên me yên siyasî aram bin. Min 30 sal hakimtî kir û min nedît kesekî ku mafên wî yên zagonî tunebin bi qîrewîrê tiştek bi dest xistibe."
Serokê LBHyê Guven da zanîn ku piştî îtirazên encamên hilbijartinê dive piçek bê sekinandin lewra ev yek pêvajoyeke zagonî ye. Guven dema ku hat LHByê bersiva pirsên rojnamevanan da. Jê hat pirsîn "Gelo LBHyê encamên hilbijartina herêmî dê çi demê eşkere bike?" Li ser vê pirsî Guven jî destnîşan kir ku ev pêvajo di her hilbijartinê de pêk tê û wiha dewam kir: "Ez nizanim ku ji van pirsgirêkan dê çiqasê wan bibin lijneya hilbijartinê ya navçeyan. Lijneyên hilbijartina navçeyê dê biryarê bidin. Der heqê îtirazan de jî Lijneya hilbijartinê ya bajêr dê biryarê bide. Ev pêvajoyeke zagonî ye û divê em li bendê bisekinin."