30 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 01 Sibat 2016
ANKARA
Di operasyonê de çek û cebilxaneyên ku PKKya rêxistina terorê li Sûra navçeya Diyarbekirê li 3 taxên cuda de ji bo ku di êrîşên ser hêzên ewlehiyê de bi kar bînin veşartibûn hatin bidestxistin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên ewlehiyê bi dest xistin yekîneyên îstixbaratê yên ewlehiyê tespît kir ku endamên PKKya rêxistina terorê li kolanên Suluklu, Dortler û Taşkiranê li Sûra Diayrbekirê di êrîşên ser hêzên ewlehiyê de bi kar bîne çek û cebilxane hatine veşartin.
Li ser vê yekê yekîneyên herekata taybet a eskerî û ewlehiyê operasyoneke hevpar kirin û li navnîşanên li Kolana Sulukluyê 50 bombeyên destan, 44 keleş, 7 roketavêj, 24 serikên roketavêjan, tifingekî snîpperan a Zagrosê, 4 çekên lûledirêj ên bi marqaya M16 û gelek fişeng hatin dîtin.
Di lêgerînên li ser kolana Dortlerê de 6 hezar fişeng, 85 bombeyên destan, 110 serikên roketan, 2 kanas, keleşek, 75 şarjorên keleşan, 13 hezar teqemeniyên bidestçêkirî yên ku di nav bîdonê de hatibûn veşartin û 400 kîlogram teqemenî hatin dîtin.
Di xebatên ku ekîban li navnîşanên li Kolana Taşkiranê kirin de 2 biksî, 7 keleş, roketavêjek, 80 serikên roketavêjan, 16 bombeyên destan û gelek fişeng hatin bidestxistin.