30 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2016
MALATYA
Li Meletiyê piştî operasyona ku li dijî Rêxistina Terorê ya Fethullahî/Rêxistina Dewleta Paralel (FETO/PDY) hat lidarxistin de 9 kes hatin girtin û kesek jî bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Bi Terorê re ya Midûriyeta Ewlehiyê bi kordînasyona Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê ve operasyon bir ser rêxistina FETO/PDYê û ji 11 kesên ku binçav kirin 10 kesî sewqî dadgehê kiribûn.
Li dadgehê der heqê gumanbarên ku Serokê Komeleya Karsazên Aktîf ên Meletiyê û serokê wê yên berê û hin karsaz jî di nav de 9 kes hatin girtin û kesek jî bi şertê kontrola edlî serbest ma.
Li Meletiyê ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Bi Terorê re ya Midûriyeta Ewlehiyê 2 roj berê bi kordînasyona Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê operasyon biribûn ser hin mal û dikanan û 11 kes binçav kiribûn.