Fatma Sevinç Çetin
29 Hezîran 2025•Rojanekirin: 01 Tîrmeh 2025
Germa ku li tevahiya welêt zêde bûye, wê dakeve asta germa demsalê.
Pisporê Texmîna Hewayê ya Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê ya Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Av û Hewayê Abdullah Macît der barê rewşa hewayê ya heftane da agahî da nûçegihanê AAyê.
Macît diyar kir ku li qeraxên Behra Reş a Navîn, Rojhilata Behra Reş û bakurê Rojhilata Anadoluyê baran tê payîn.
Macît daxuyand ku sibê li başûrê Maramarayê, bakurê Edene û Kahramanmaraşê, li Hekarî û Şirnexê bagera gur wê rabe û divê welatiyên van herêman baldar bin.
Macît bal kişand, germa ku li gorî demsalê zêde ye, wê kêm bibe û wê li bakur, naverast û rojhilata welêt dakeve asta demsalê, wê cî bi cî jî bikeve binê germa demsalê.
Macît got ku germa hewayê wê li Enqere û Stenbolê di navbera 29-30 pileyî da be, li Îzmirê di navbera 36-37 pileyî da be.