07 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2015
Li Tirkiyeyê maweya jiyanê ya di welidînê de kifş dikin wekî 78 sal hat hesabkirin.
Li gor îstatîkên TUÎKê yên "Tabloyên Jiyanê, 2013-2014" di sala 2013an de maweya jiyanê ya di welidînê de wekî 76,3 sal hatibû diyarkirin di sala 2014an de wek 78 sal hat hesabkirin.
Maweya jiyanê ya ku di welîdinê de tê payîn di mêran de 75,3 û di jinan de jî teqabulî 80,7 salan dike. Jin bi giştî ji mêran bêtir dijîn.
- Bajarên ku maweya jiyanê wir herî dirêj e Tûncelî û Mûgla ne
Li Tirkiyeyê bajarên ku maweya jiyanê lê herî zêde ye bi 80,5 ve Tûncelî û Mûgla hat hesabkirin. Mêrdîn bi 80,3, Gîresûn 80,1 ve li pey van bajaran tên.
Bajarê ku maweya jiyanê herî kêm e jî bi 75an ve Kilîs e. Li pey vî bajarî bi 75,6ê Wan û Agirî, 76,6ê Erdexan tên.
Li Stenbola ku herî zêde nifûs lê heye maweya jiyanê ya ku ji welidînê tê payîn 78,7 e û bal kişandin ku ev rêje ji ser nîvendiya Tirkiyeyê re ye. Ev rêje di mêran de wek 75,8 û di jinan de jî wekî 81,5 hat diyarkirin.