16 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 17 Berfanbar 2017
TUNCELÎ
Di operasyona yekeyên Komandoyên Cendirmeyê li çolwarên Pulumura Tunceliyê de 4 ji wan jin bi giştî 8 terorîst hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya Walîtiya Tunceliyê de hat destnîşankirin ku li bajêr xebatên bi mebesta berterefkirina terorîstan bi biryardarî didome.
Di daxuyaniyê de tekezî li berdewamiya operasyonên dijî rêxistinên terorî hat kirin û wiha hat gotin:
Li devera hindama Kizilmescît-Karagol Dereyê 16ê berfanbara 2017an piştî xebatên bi kordîne digel Teşkîlata Îstixbarata Millî, yekeyên me yên Komandoyên Cendirmeyê operasyon li dar xistin.
Di pevçûna esnaya operasyonê de 4 ji wan jin bi giştî 8 terorîst hatin kuştin.
Di operasyonê de herwiha 5 keleşkof, 3 çekên M-16 û demançeyeke Glock hat desteserkirin.