Anadolu Agenc (AA) cara ewil e ku beşdarî mihrîcana Visa pour l'imageyê ya ku li bajarê Perpîgnan a Fransayê tê lidarxistin dibe. Di mihrîcanê de eleqeyeke pir mezin nîşanî AAyê dan.
Li Perpîgnan a bajarê Fransayê mihrîcana wênekêşiya nûçeyan a bi navê "Visa pour l’image”yê ku di navbera 1 û 7ê îlonê de tê lidarxistin.
Ji Tirkiyeyê jî wekî profesyonel bi tenê Anadolu Agency (AA) bi berhemên xwe beşdarî mihrîcanê bû.
Ev mihrîcan li çar aliyê dinyayê di qada wênekêşiya nûçeyan de gelek serkeftî tê qebûlkirin.
Di nav 5 rojên borî de gelek wênekêş, edîtor û nunerên ajansan hatin standa AAyê ziyaret kirin.
Anadolu Agency jî li qata 2yemîn a Qesra Kongeyê ya Perpîgnanê bi standeke mezin beşdarvanên ku tên serdanê bi mazûvaniya xwe diezimîne.
Ji bilî AAyê Getty Images, AFP, AP, SIPA, EPA, Kyodo News û gelek ajansên din jî li wê derê ne.
Derhênerê Weşana Nûçeyên Dîtbarî yê AAyê Ahmet Sel diyar kir ku herî zêde projeyên AAyê yên bi navê Anadolu Images û Îstanbûl Photo Awards bala ziyaretvanan dikşînin û kesên ku tên serdanê jî pirsa "Di demeke kurt de hûn çawa ewqas mezin bûn?" dipirsin.
Sel destnîşan kir ku ji bo bazara global a wêneyan û pêşeroja AAyê ev mihrîcan fersendeke gelekî mezin e.