BIDLÎS
Li gundê Oglakliya girêdayî Hîzana navçeya Bidlîsê di çarçoveya kampanyaya berdana cixareyê de ev 5 sal in ku cixare nayê kişandin.
Gundê Oglakliyê 30 kîlometro dûrî navçeya Hîzanê ye û serjimara wê jî 280 kes in û heta 5 sal beriya niha li vî gundî hema bêje her kesî cixare dikişand. Ji rîspiyên gund Hecî Celal Gukltekîn û melayê gund Huseyîn Okur li gund kampanyaya berdana cixareyê dan destpêkirin.
Gultekîn û Okur bi şev di ziyaretên xwe yên li ser malan de û di xutbeyan de qala zirarên madî û manewî yên cixareyê kirin.
Okûr û Gultekîn xwe gihandin gelek kesan, ew îqna kirin û di encama xebatên xwe de bûn wesîle ku dehan kes dev ji cixareyê berde. Li gund ev 5 sal in ku cixare nayê kişandin û gelê gund gundê xwe wekî sehaya hewayê ya bêdû îlan kir. Gelê gund dixwazin ku Wezareta Tenduristiyê gundê wan wekî "gundê mînak" nîşan bide.
Hecî Celal Gultekîn daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku 35 sal beriya niha cixare dikişand. Gultekîn got ku piştî ku min dev ji cixareyê berde ji bo ku ez ji gundiyan re bibim mînak min bi piştgiriya melayê gund kampanyaya berdana cixareyê da destpêkirin.
Gultekîn got ku li gundê ku 280 kes wir dijîn 35 kesî cixare dikişandin û da zanîn ku di encama xebatên wan de her kesî di demeke kurt de dev ji cixareyê berda. Gultekîn got ku "Diya min rojê du pakêt cixare dikişandin. Wê jî piştî ku 20 sal kişand dev ji cixareyê berda. Li gundê me jinên 90 salî yên ku 70 sal bûn cixare dikişandin hebûn. Wan jî dev ji cixareyê berdan."
-"Bila Wezareta Tenduristiyê gundê me wekî "gundê mînak" nîşan bide"
Gultekîn got ku gundê me xebatateke cidî kir û em dixwazin ku ev ji bo welêt bibe mînak û wiha axivî: "Bila Wezareta Tenduristiyê gundê me wekî "gundê mînak" nîşan bide. Em bawer in ku dê gundê me di berdana cixareyê de roleke girîng bilîze."
Melayê gund Huseyîn Okûr jî destnîşan kir ku ev 11 sal in ku li vî gundê melatiyê dike û ji 5 salan heta niha li gund tu kes cixarê nakşîne û wiha axivî: "Me xwest ku vê îleta ku zirarê dide gel, ji wan dûr bixin. Me ji bo vê yekê kampanya da destpêkirin û di xutbeyan de jî ji cemeatê re qala vê yekê kir. Li gundê me jin jî di nav de bi tevahî 35 kesan dev ji cixareyê berdan. Êdî li gundê me ne li mizgeftê, ne jî li malan cixare nayê kişandin. Em dixwazin ku gundê me bibe mînak."
Hayriye Gultekîna 85 salî jî destnîşan kir ku 35 salan cixare kişand û got ku "min di çarçoveya kampanyaya ku kurê min da destpêkirin de dev ji cixareyê berda. Ez xwe niha ji berê baştir im. Ez nafikirim ku ji niha pê de cixareyê bikşînim. Rewşa tenduristiya min jî gelek baş e."