Özcan Yıldırım
16 Nîsan 2023•Rojanekirin: 16 Nîsan 2023
ANKARA (AA) - Li devera çiyayî ya Erdîşa navçeya Wanê di pevçûna ku derket da 1 ji kategoriya şîn a lîsteya yên ji terorê lêgerîna wan heye, 2 terorîst hatin berterefkirin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Midûriya Giştî ya Ewlehiyê, di kordîneya Serokatiya Îstixbarata Ewlehiyê da Midûriya Ewlehiya Bajarê Wanê xebat kir û di xebatan da li devera çiyayî ya gundê Yankitepeyê (Sorê Sora) yê li ser Erdîşa navçeya Wanê bi fealiyeta keşf/çavdêriya ÎHAyê 2 terorîst hatin tesbîtkirin.
Îro serê sibehê Midûriya Şaxa Harekata Taybet a Wanê li ser herêma ku mensûbên PKK/KCKya rêxistina terorê lê ne operasyon kir û di operasyonê da pevçûn derket û 2 mensûbên rêxistinê hatin berterefkirin.
Ji berterefkiriyan yek di kategoriya şîn a lîsteya yên ji terorê lêgerîna wan heye ya Wezareta Karên Navxweyî da ye û li gor tesbîtê Sevîlay Akyildirima bi kodnava "Hejar Ronya Serhat" e.
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî berterefkirina terorîstan daxuyand û wiha got, "Em ê di 29ê Cotmeha 2023yan da li ser çil û çiyayên Tirkiyeyê terorîstekî jî nehêlin... Ez Serokatiya Îstixbaratê ya Ewlehiyê û Ewlehiya me ya Wanê pîroz dikim."