Önder Beyter
08 Gulan 2019•Rojanekirin: 09 Gulan 2019
Li Tuşbaya navçeya Wanê di kamyonetekê da 155 kîlo û 810 gram eroîn hat girtin, ajokar hat tewqûfkirin.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê, li cihê kontrolê ya li ser rêya Ozalp-Wanê ji ber şik û gumanê kamyoneta ku ajokarê wê S.D. û plaqeya wê jî 65 AAG 261 e dan sekinandin û tê da lêgerîn hat kirin.
Di lêgerîna ku dêlika narkotîk "Şîla" jî hat emilandin da di 152 pakêtan da 155 kîlo û 810 gram eroîn ku di binê qaseya wesayîtê da hatibû veşartin hat girtin. Ajokar S.D. jî hat binçavkirin.
Berşikê ku piştî miemeleyên li ewlekariyê sewqî edliyeyê kirin, ji ber sûcên "bazirganiya madeya hişbirê" û "sewqiyata hişbirê" hat tewqûfkirin.