Emre Ilıkan
28 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2024
VAN (AA) - Li Wanê di kontrolên trafîqê da yên bi destê ekîbên cendirmeyê hatin kirin, 164 wesayît ji trafîqê ra hatin qedexekirin.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, ekîbên Fermandariya Cendirmeyê Parêzgehê di kontrolên xwe yên trafîqê yên di navbera 21-27ê Cotmehê da perwerdeya ewlehiya rê dan 1283 bikarhênerên rê.
Her wiha di kontrolan da li 799 wesayît û ajokaran milyonek û 904 hezar û 271 lîre cezayê pere yê îdarî hat birîn.
Dîsa di konrolan da ekîban bi awayekî demkî dest danî ser ehliyeta 2 ajokaran û 164 wesayît jî ji trafîqê qedexe kirin.