İbrahim Atmaca
21 Nîsan 2020•Rojanekirin: 27 Nîsan 2020
Li navçeyê piştî zivstaneke dijwar, rêncber bi hatina biharê şa bûn û pez û dewarên xwe berdan çêre.
Orhan Karabulakê ku li taxa Beyarslanê rêncberiyê dike, diyar kir, welatiyên ku rêncberiyê dikin zivistaneke dijwar derbas kir.
Karabulak daxuyand ku bi germbûna hewayê ra ew ji mesrefên alif xelas bûn û wiha dewam kir, "Bi hatina biharê û vehelîna berfê ra çêra mêrg û merayên me hêşîn bûn û meriv êdî dikare heywanan biçêrîne. Rêncberên me yên heywanên xwe zivistanê di hundir da xweyî dikirin, wê heywanên xwe berdin çêrê û ji aliyê aboriyê va rehet bibin."